Li dijî palnên Tirkiyê û PDK’ê yên li ser gerîla ji Başûrê Kurdistanê jî nerazîbûn tên nîşandan.
Parlamenterê Berê yê Başûrê Kurdistanê Omer Eynayet û Nivîskar Letîf Fatîh Ferec li dijî vê planê dibêjin:
“Divê PDK tevli vê plana qirêj nebe û li şûna Tirkiyê li rex gerîla bisekine.”
Plana Tirkiyê û PDK ku li dijî gerîlayên HPG’ê tê amadekirin, rastî bertekên tund tê.
Li dijî vê planê ji Başûrê Kurdistanê jî nerazîbûn tên nîşandan.
Nivîskar û Parlamenterê Berê yê Başûrê Kurdistanê Omer Eynayet ji Rojnews’ê nirxandin kir.
Omer Eynayet dibêje “Gerîla ji bo Başûrê Kurdistanê kelha startejîk in.” û banga hişyariyê û rabûna li hember vê planê kir.
Rojnameger û Nivîskar Letîf Fatîh Ferec jî dibêje:
“Divê PDK ji bo derxistina dewleta Tirk li aliyê PKK’ê be, ne li dijî wê be.”
Dawiyê Rojnameger û Nivîskar Letîf Fatîh Ferec bang li aliyên kurdî û bi taybet PDK kir ku yekîtiya xwe ava bikin û nekevin xefka dijminan.