KCK: Rojbûna Rêber Apo roja çêbûna gelê Kurd e

Bi boneya nêzbûna 4’ê Nîsanê, roja rojbûna Rêber Apo, Konseya Hevseroktiyê ya KCK’ê daxuyaniyek da.
KCK’ê diyar kir 4’ê Nîsanê mizginiya wê ye ku gelê Kurd ji nû ve gihaşt hebûna xwe ya ku kêm mabû ji dest bide.
KCK’ê bang li her kesî kir ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşînê geş bikin. 

Konseya Hevseroktiyê ya KCK’ê, bi boneya nêzbûna rojbûna Rêber Apo peyameke niviskî da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de şehîdên 4’ê Nîsanê Mahsûm Karaoglan û Mustafa Dag bi bîr anîn û rojbûna Rêber Apo di serî de li gelê Kurd; li hemû dostên Kurdan pîroz kir.

Konseya Hevseroktiyê ya KCK’ê wateya 4’ê Nîsanê wiha tîne ziman:

“4’ê Nîsanê, bûyîna Rêbertî rojek ji wan rojan e ku ji bo gelê Kurd mizgîniya ji nû ve çêbûnê ye.

Mizgîniya jiyaneke azad e.

Ji ber vê jî gelê Kurd û dostên gelê Kurd 4’ê Nîsanê bi moral û coşeke mezin pîroz dikin.

Weke rojbûna xwe, weke roja bûyina hebûna xwe dibînin û wiha pîroz dikin.”

KCK: 4’ê Nîsanê pevgihîna jinan û rêbertî ye

KCK’ê da zanîn 4’ê Nîsanê pevgihîna jinan û Rêbertî ye û got:

“Ji ber vê, her 4’ê Nîsanê bi pêşengiya jinên Kurd, dibe roja pevgihîna Rêber Apo û hevhembêzkirinê.”

KCK’ê da xuyakirin ku gelê kurd tecrîda li ser Rêber Apo nema qebûl dike û ev helwesta xwe bi awayekî eşkere di Newroaza 2022’an de raberkir û ew kirin Newroza Rêber Apo.

KCK: Azadiya rêbertî wê di navenda xebatan de be

KCK’ê diyar kir ku ew ê rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkhatina azadiya fizîkî, têxin navenda hemû xebatên xwe û xebatên xwe li ser esasê perspektîfa Newroza Sala 50’î ya Rêbertî bimeşînin.

Dawiya daxuyaniya xwe KCK’ê ev bang kir:

“Em bang li hemû gelê kurd, dostên wî, taybet jî jin û ciwanan dikin ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşînê geş bikin, rêxistinê xurtir bikin û çalakiyên xwe zêdetir bikin.”

Back to top button