Bawernameya Qeter ya di warê mafê mirovan de lewaz e

Kûpaya Cîhanê wê 21’ê Mijdarê de despê bike û heta 18’ê Kanûnê dewam bike. Qeter ya wê mazûvaniya vê bike, careke din di armanca rêxistinên mafê mirovan de ye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) diyar kir ku karkerên biyanî tevî reformên ku li Qatara wê Kûpaya Cîhanê lê bê leyîstin jî “îstîsmar” tê kirin. Ji 2010’an ve, bêtirî 6 hezar karker li Qeterê mirine.

Di demekê de ku nêzî 8 meh ji bo kûpayê mayî de, Qeter bûye armanca rexneyên tund.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar dike ku karkerên biyanî yên li welêt tevî reformên hatine kirin “hîn jî di bin îstismarkirinê de ne.”

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) jî destnîşan dike ku Yekîtiya Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) jî ji van binpêkirinan berpirsiyar e.

Qatara ku wê Kûpaya Cîhanê ya 2022’an mazûvaniya wê bike, ji sala 2010’an ve mafê organîzekirina şampiyoniyê wergirtibû.

Sîstema “Kafala” ya qedexe dik karkerên biyanî derbasî welêt bibin, bêyî ku ji xwediyên xwe bipirsin, karên xwe biguherînin û ji welatê xwe derkevin, li Qeterê bû navenda rexneyan.

Di rapora salane ya ku îro ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ve hat weşandin de, hat destnîşankirin ku tevî temînatên hikûmeta Qeterê, “Pêkhatinên îstîsmarê û hêmanên herî xerab ên sîstema ‘Kafala’ hene.”

Di raporê de hat gotin ku karkerên koçber di sala 2021’an de bûne mexdûrên “îstîsmarê” û heta niha jî bêyî destûra karsazan di guhertina cihê kar de zehmetiyan dibînin.

Hat destnîşankirin ku rewşa jinên kedkar ên li malê dixebitin dijwartir e û hat diyarkirin ku ev karkerên ku xwedî heman cihê kar û stargehê ne, car caran bi temamî ji cîhana derve qut dibin.

Li pişt projeyên mezin yên Qeterê drama heyî

Li aliyê din Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) îşaret bi wê yekê dike ku FIFA di heman demê de ji binpêkirinên mafên mirovan ên li Qeterê berpirsyar e.

HRW’ê parast ku karkerên koçber ên ji bo çêkirina stadyûm û tesîsên din ên binesaziyê yên li Qatarê dixebitin têne îstismarkirin û wiha got:

Ya herî xirab ew e ku di deh salên dawî de li Qatarê bi hezaran karker mirin.

Rojnameya Brîtanî Guardian nivîsand ku ji sala 2010’an ve bêtirî 6 hezar û 500 kesên ji Başûrê Rojhilatê Asyayê, li Qeterê mirine.

Hikûmeta Qeterê van sûcan red dike û diyar dike ku li welêt gelek reformên wê mafên karkerên koçber baştir bikin hatine kirin.

Back to top button