ÇETEYÊN FEYLEQ EL-ŞAM DEST DATÎNE SE 50% JI MEWSIMA COTAKRÊN EFRÎNÊ

Li Efrînê binpêkirin, talan û dizîn dewam dikin û awayên wê pir dibin.
Vê carê jî, bi navê qaşo Zekatê, çeteyên dagirkeriya Tirk bacan li şêniyan ferz dikin.
Li aliyekî din, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve di 18`ê Adara 2018`an de siyasetên guhertina demografiya herêmê û koçberkirina Kurdan berdewam dikin.
Çavdêr diyar dikin ku dagirkeriya Tirk bi vê yekê siyaseta qirkirina nijadî der heqê şêniyên Efrînê de pêk tîne.

Koma çeteyan a bi navê Feyleq El-Şam bi navê Zekatê bacan li mewsima şêniyên Efrînê ferz dike.

Bi mebesta destdanîna ser mewsima ceh, genim û pelên rezan, çete bacan bi navê Zekata mewsimê li ser şêniyan ferz dikin.

Bacên bi navê Zekatê bi 2 awayan hate fezkirin:

1- yan wê çeteyên Feyleq El-Şam bi xwe mewsimê rakin û ji sedî 50 bidin xwediyê zevî.
2- yan jî wê xwediyê zevî ango cotkar di bin çavdêriya çeteyan de mewsimê rake. Bi vî awayî ji sedî 75 ji cotkar û 25 jî ji çeteyan re ye.

Sala borî heman koma çete dîsa ev bac li şêniyan ferz kir, lê hema tiştek neda xwediyên zeviyan û dest danîn ser mewsimê bi tevahî.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, çeteyên Feyleq El-Şam dest danîne ser ji sedî 60 ji zeviyên çandiniyê.

Mewsima wan zeviyan jî bi tevahî ji xwe re dibin.

Ew zevî jî li navçeya Şera û hin gundên derdorê ne.

Tê zanîn Feyleq El-Şam ji 19 komên çete pêk hatiye ku piraniya wan jî Îxwan El-Musilmîn in.

Feyleq El-Şam li herêmên di bin dagikeriya dewleta Tirk de bi cih dibe.

DAGIRKERIYA TIRK 4 HEZAR IDLIBÎ LI EFRÎNÊ BI CIH KIRIYE

Di mijareke din de, piştî dagirkirina Efrînê zêdetirî 350 hezar sivîl ji warên xwe koç bûn.

Li şûna wan jî, dagirkeriya Tirk derdora 200 hezar kes ji Şam, Hums, Hema, Deraa û gundewarên wê li Efrînê bi cih kirin.

Herî dawî jî, dagirkeriya Tirk derdora 4 hezar kes ji şêniyên Idlibê ku piraniya wan malbatên çeteyên Hey’et Tehrîr El-Şam in, li gund û navçeyên Efrînê bi cih kirine.

Gund û navendên navçeyên ku malbatên çeteyan tê de têne bicihkirin ev in: Cindirês, Şera, Bilbilê, Şiyê û Şêrawa.

Leave a Reply

Back to top button