Almanaya ji ber gaza xwezayî “hişyariyek bilez kir”

Li ser gefên Moskow yên ger rûble neyê dayîn wê gazê qut bikin, Almanya hişyariyek bilez kir. Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê YE Borrell got; Divê di zûtirîn demê de Rûsya ji bazara petrol û gaza xwezayî were durxistin.

Rûsya ya gaza xwezayî dide Ewropa, di berdêla wê de, pereyê xwe rûble dixwaze.

Moskow naxwaze êdî bi pereyê euro yan dolar bazarê bike.

Vê yekê hiştiye ku li nava Ewropa alozî derkeve.

Wezîrê Karûbarên Aborî û Guhertina Avhewayê Robert Habeck got, “Nivîsên cûrbecûr hene ku dibêjin ger pereyên Rûsan bi rûble neyên dayîn, dibe ku gaza xwezayî bê rawestandin.”

Habeck anî ziman ku wan ji bo vê yekê îro hişyariyek zû ragihand û westiye herkes ji rewşê re amade bin.

Habeckê ku di heman demê de wezîrê enerjiyê û cîgirê serokwezîr e, di agahiyên ku da rojnamevanan de diyar kir ku hişyariya ku wan dane, yekem pergala hişyariyê ya sê-astî ye.

Habeck diyar kir ku bi avakirina tîmeke krîzê di nava wezaretê de, ew ê çavdêriya rewşa gaza xwezayî tundtir bikin.

Almanya ya ku ji sedî 25 rêjeya depoyên wî yên gaza xwezayî tejî ye, yek ji welatên Ewropayê ye ku hem di warê navxweyî û hem jî di warê hilberînê de herî zêde pêdiviya wê bi gaza xwezayî heye.

Welatên G7 li dijî kirîna gaza xwezayî ya bi rûbleyê Rûsya ne

Almanya salane bi qasî 119 milyon metrekup gaza xwezayî îthal dike, nîvê vê jî ji Rûsya digre.

Welatên G7’ê bi hinceta ku gaveke bi vî rengî dê bandoreke neyînî li cezayan bike, pêşniyara Rûsyayê ya ji bo dayîna enerjiyê bi rûble red kir.

Borrell: Divê Rûsya ji bazara Enerjiyê were durxistin

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell jî diyar kir ku divê di zûtirîn demê de Rûsya ji bazara neft û gaza xwezayî ya cîhanê bê durxistin.

Beriya niha, Serokê DYA Joe Biden û Seroka Komisyona YE Ursula von der Leyen bi daxuyaniya çapemeniyê ragihandin ku wan li ser şandina hîn zêdetir ya 15 milyar metekup a gaza xwezayî li hev kirine.

Bi vê yekê re hewl tê dayîn, girêdana neçarî ya welatên YE bo Rûsya were kêmkirin.

Şîrovekarên siyasî dibêjin, ger hat û Rûsya ev gava xwe ji despêka Nîsanê ve xiste meryetê, wê aloziya heyî zêdetir bibe.

Back to top button