Banka cîhanî projeyên xwe yên li Efxanistanê rawestand

Li Efxanistanê, piştî Talîbanê kontrola welat xist destê xwe de, krîza heyî kurtir bû. Rêbazên Talîbanê yên jiyanî, rewş aloztir kir. Banka Cîhanî ji ber qedexeya Talîbanê ya li ser xwendekarên keç a çûyîna dibistanê, projeyên li Efxanîstanê rawestand.

Banka Cîhanî weke helwesta li dijî polîtîkayên Talîbanê projeyên bi nirxê 600 milyon dolarî ku li Efxanistanê wê pêk anîban da rawestandin.

Fona Baweriya avakirinê ya Afganîstanê (ARTF) wê ji bo projeyên çandinî, perwerde, tenduristî û xweşiyê ku ji hêla saziyên Neteweyên Yekbûyî ve hatine amadekirin, bikar anîban.

Banka Cîhanî diyar dike ku divê her kes bi awayekî wekhev bigihîje projeyên ku di bin banê ARTF de têne fînanse kirin.

Bankê diyar kir ku qedexekirina xwendekarên keç di vê mijarê de fikaran zêde dike.

Banka Cîhanî diyar kir ku dema ku xêrxwaz piştrast bûn ku şert û mercên pêwîst pêk hatine, ew dikarin careke din projeyên xwe pêk bînin.

23 Adarê li Efxanistanê dibistan hatin vekirin.

Lê bi biryarnameyekê Talîbanê perwerdeya navîn û amadeyî ji bo xwendekarên keç qedexe kir.

Ji wê rojê ve, li seranserê cîhanê bertekên li dijî Talîbanê zêde dibin.

Back to top button