Ferzende Mûnzûr: Qanûn û hiqûqa navneteweyî ji bo Rêber Apo bi cih nayê anîn

Ji 25’ê Adara 2021’an ve derbarê rewşa Rêber Apo de agahî nayê girtin. Têkildarî tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo, Endamê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr û Endamê Desteya Parastina Rêber Ocalan parêzer Xalid Omer axivîn. Di axaftinan de hate xwestin ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bê mezinkirin.

Ji sala 1999`an ve Rêber Apo li grava Îmraliyê dîlgirtiyê û li dijî pergala êşkence û tecrîdê li ber xwe dide.

Ji Cotmeha 2014`an ve jî hevdîtinên bi malbat û parêzeran tên astengkirin.

Û ev zêdeyî salekê ye jî bi ti awayî agahî jê nayê girtin.

Têkildarî tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo, Endamê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr ji ANF’ê re axivî.

Ferzende Mûnzûr îşaret bi pergala êşkence û tecrîdê a li ser Rêber Apo kir û got:

“Qanûn û hiqûqa rêxistina efûyê ya navneteweyî ji bo Rêbertî û Îmraliyê bi cih nayê anîn”

Mûnzûr bal kişande ser metirsiya li ser jiyana Rêber Apo û diyar kir cîhan li pêşberî pergala tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê bêdeng dimîne.

Ferzende Mûnzûr: Em deyndarê Rêber Apo ne ku azadiya wî mîsoger bikin

Ferzende Mûnzûr bi bîr xist ku ev zêdeyî saleke Rêber Apo nikarê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got:

“Rêber Apo tevî tecrîda giran jî rê nîşanî gel dide.

Li pêşberî nirx û têkoşîna Rêber Apo, em deyndarê wî ne ku azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin.”

Ferzende Mûnzûr dawî anî ziman gel ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li gelek parçeyan û herêman têdikoşe. Lê belê ev têrê nake û dive were mezinkirin.

Têkildarî heman mijarê Endamê Desteya Parastina Rêber Ocalan parêzer Xalid Omer jî axivî.

Xalid Omer: Gel êdî azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibîne

Xalid Omer bi bîr xist ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji rêber Apo nayê girtin û got:

“Tecrîda ku niha li ser rêber Apo tê meşandin, ji hemû qanûnên heyî yên mafê girtiyan dûr e.”

Xalid Omer di axaftina xwe de bal kişand ser Newroza 2022`yan jî û got:

“Di Newroza 2022`yan de gel daketin qadan û banga azadiya ji bo rêber Apo kir.

Ji ber ku gel êdî azadiya xwe di azadiya fîzîkî ya rêber Apo de dibînin.”

Back to top button