Li Hesekê 137 Şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn

Li Hesekê 137 şehîdên meha Adarê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve bi merasimekê hatin bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li Hola Reşo bi beşdarbûna bi sedan ji şêniyên bajêr û malbatên Şehîdan pêk hat.

Di merasimê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîza Hisên û endamê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Alan Hesekê axivîn.

Di axaftina de sersaxî ji hemû malbatên Şehîdan hate xwestin û soza berdewamiya riya şehîdan hate dayîn.

Di dawiya de, sînevîzyonek der barê jiyana şehîdan de hat pêşandan.

Back to top button