Li Şehbayê ji ber teqînê 2 jinan jiyana xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûn

Li navçeya Ehdas ya Şehbayê Îro li avahiyekê teqîneke mezin pêk hat. Di encama teqînê de du kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneya Avrîn ya Fafînê tên dermankirin. Meclisa Ehdasê eşkere kir ku teqîn ji ber topa gazê pêk hatiye.

Îro li navçeya Ehdasê ya Şehbayê teqînekê rû da…

Teqîn derdora saet 10:00’an li avahiyekê pêk hat.

Di encama teqînê de 2 jinan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes birîndar bûn..

Navê jinên şehîd bûne

Nizhet Seydo Seydo ya 45 salî û Cemîle Osman Mamo ya 77 salî ye.

Li gorî daxuyaniyan navên birîndaran jî wiha ne:

Fîdan Sebrî Çawîş ya 40 salî.

Mistefa Çawîş Cindo yê 52 salî.

Zeyneb Heyder Elo ya 33 salî.

Mihemed Hisên Mistefa yê 64 salî.

Ehmed Şêxo Wilo yê 42 salî.

Xatûn Hesen Hesen ya 40 salî.

Hemdo Faris Hemdo yê 50 salî

Ezîze Ehmed Îsa ya 52 salî

Xebatên lêgerînê dewam dikin û tê payîn ku hejmara birîndaran zêdetir bibe.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirine naxweşxaneya Avrîn a Fafînê.

Meclisa Ehdasê: Teqîn ji ber tupên gazê pêk hat

Meclisa Navçeya Ehdasê ji ajansa ANHA’yê re diyar kir ku teqîn li Komîna 7`an a navçeyê ji ber tupa gazê pêk hatiye.

Back to top button