Sazî û rêxistinên Bakur: Bi rihê Newrozê berê xwe bidin Amarayê

Partî û rêxistinên Kurd ên li bakurê Kurdistanê, têkildarî azadiya Rêber Apo û rojbûna wî ya 73’emîn li Amedê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Bang li gelê Kurd hate kirin 4’ê Nîsanê bi rihê Newrozê berê xwe bidin gundê Amara yê ku Rêber Apo lê hatiye dinê.

Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED’ê tevî hevserokên KCD, TJA, DBP û HDP’ê têkildarî azadiya Rêber Apo û rojbûna wî ya 73’emîn civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Hevserokê federesyonê Zekî Baran ewilî axivî û diyar kir ku Ocalan 23 sal in di bin tecrîdeke ku di cîhanê de mînaka wê tuneye, tê girtin.

Baran, bal kişand ser rola Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û got:

“Newroza 2022’yan ku vegeriya referanduma azadiya gelê kurd, careke din ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û muzakereyên demokratîk çareser bibe weke navnîşan birêz Ocalan nîşan da.”

Baran, qala çalakiyên 4’ê Nîsanê kir û wiha dewam kir:

“4’ê Nîsana ku ji bo gelê kurd û gelên li herêmê li dijî şer bûye sembola aştiyê, di heman demê de rojbûna birêz Ocalan e.

Ji berê heta îro Meşa Amarayê û hefteya destpêkê ya Nîsanê bi çandina şitilan, tê pêşwazîkirin.

Em di navbera 1 û 10’ê Nîsanê bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her devera lê ne ji bo wateya jiyana nû û ji nû ve jidayikbûnê şitilan biçînin.”

Dawî Hevserokê Federesyonê Zekî Baran roja 4’ê Nîsanê ji bo Meşa Amarayê her kes vexwend Xelfetiyê.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî diyar kir ku niha di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û wiha got:

“Ji bo ku şer û alozî xelas bibe, û azadî û wekhevî li welat serwer bibe; birêz Ocalan xwedî roleke girîng û dîrokî ye.”

Têkildarî rojbûna Rêber Apo Saliha Aydenîz diyar kir gelê Kurd 4’ê Nîsanê weke ‘Roja vejînê’ dinirxînin.

Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û da zanîn ku 8’ê Adarê, Newroz û 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojên girîng in û got:

Bi birêz Ocalan re gelê kurd dîsa li ser xaka xwe ji nûve zindî bû. Divê em li her deverê vê rojê weke roja hebûna xwe bibînin û pîroz bikin.

Back to top button