ŞÊNIYÊN BIRADOSTÊ: ARTÊŞA TIRK DEST BI VALAKIRINA GUNDAN KIRIYE

Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê didome.
Gundiyên herêma Biradostê dibêjin Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe dixwaze gundan vala bike.
Dewleta Tirk a dagirker bi hiceta şerê PKK’ê dixwaze tevahiya başûrê Kurdistanê dagir bike.

Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Di encama van êrîşan de ziyanên mezin yên madî û canî çêdibin.

Li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, Şêniyê bi navê Mehsûm Rehman ku xelkê herêma sînorî ya Herêma Biradostê ye, ji ajansa Rojnews’ê re axivî û wiha got:

Hatina artêşa Tirk ya ji bo gundê Xelîfan û Sîran metirsiyek mezin li ser jiyana xelkê daye çêkirin.

Em şevan nikarin agirekî biçûk jî pêbixin, rewş gelek metirsîdar e.

Artêşa Tirk çend caran navenda gundê Sîran bobmabaran kiriye.

Ji ber van bombabaranan gelek xelkê gund penaber bûne.

Ez daxwaz ji hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê dikim ku rêyeke çareseriyê bibîne ji bo ku ziyan bi gundiyan nekeve.

Şêniyê bi navê Zibêr Hemed jî wiha anî ziman:

Ji roja ku artêşa Tırk hatiye van herêman şev û roj li me heram bûye.

Ji ber artêşa Tirk em nikarin şev biçin nav rezê xwe, guleyan li me dibarîne.

Bi qasî ku navendên sivîl bombabaran dikin, ewqas navendên gêrîlayên PKK’ê bombabaran nakin.

Armanca dewleta Tirk valakirina gundan e.

Lê em gundên xwe naberdin.

Li ser heman mijarê şêniyê bi navê Aram Zûbêr ev tişt anî ziman:

Bi hatina dewleta Tirk re metirsî li ser jiyana xelk û gundiyan çêbûye.

Dewleta Tirk gelek gund şewitandin.

Daxwaza Tirkiye ne qedandina PKK’ê ye, daxwaza wan dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Artêşa Tirk xweza û jîngeha van herêman qetil dike.

Ez daxwaz ji Hikûmmeta Herêma başûrê Kurdistanê dikim demildest çareseriyekê ji bo vê dagirkeriyê re bibîne.

Leave a Reply

Back to top button