
Odeya Pîşesaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nêzîkbûna cejna Remezanê re, îro sûkeke demkî li navçeya Amûdê vekir.
Li ser daxwaza Yekîtiya Kargehan, bi tevlîbûna 20 kargehên xwecihî û şirketên madeyên xwarin û paqijiyê, îro sûkeke demkî li qada şehîd Cîhad a bajarê Amûdê hat vekirin.
Endam û nûnerên gelek saziyan û şêniyên herêmê tevlî merasîma vekirina sûkê bûn…
Li gorî hevseroka Odeya Pîşesaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sewsen Hisên diyar kir ku armanc ji vekirina vê sûkê rê li pêşiya keysebaziyê bigirin.
Her wiha berhemên xwecih teşwîq bikin û madeyan bi nirxên guncew ji şêniyan re peyda bikin.
Tê payîn ku wê ev sûk heta dawiya Remezanê vekirî bimîne.