Li Girkê Legê zarokên şehîdan bi şahiyekê rojbûna Rêber Ocalan pîroz kirin

Bi boneya rojbûna Rêber Ocalan de Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê şahiyek ji zarokên şehîdan û malbatên wan re li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan li dar xist.

Bi nêzîkbûna rojbûna Rêber Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ya kantona Qamişlo, îro şahiyek ji zarokên şehîdan re organîze kir.

Zarokên şehîdan û malbatên wan tevlî şahiyê bûn.

Meclisê kincên ku wêneyê Rêber Ocalan li sere belav kirin.

Piştre sînevizyonek têkildarî axaftinên Rêber Ocalan hat pêşandan.

Herî dawî endamên meclisê şêranî li beşdaran belav kir.

Back to top button