Li Hesekê paneleke fikrî têkildarî têkoşîna Rêber Ocalan hat lidarxistin

Bi nêzîkbûna rojbûna Rêber Ocalan îro bi rêya panelekê fikir û felsefeya rêber Ocalan bi êl û rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nasandin.

Di panelê de bi dehan rûspî û serokêlên herêmên Rêveberiya Xweser, nûnerên saziyên olî û lihevanînê di panêla li xwaringeha EL-Nuxbe ya Hesekê de amade bûn.

Di panelê de endamê Desteya Hevserokatiya PYD Salih Muslim behsa kurtejiyana Rêber Ocalan kir û got:

“Fikrên wî întersyonalîst in û dûrî netewperestiya teng in ku dewletên kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe li herêmê pêşxistin.

Her wiha Rêber Ocalan gelek çareserî ji aloziyên li cîhanê re danîn.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid der barê Rêber Ocalan de axivî û got:

“Rêber Ocalan teqezî ji bo rêzgirtina hemû neteweyan da, ji fikirên bi armanca gihandina rejîma desthilatê ku îro ew rejîm civakan kontrol dikin bi dûr kevin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî jî got: “Jin bi rêya fikrên rêber Ocalan pêşketinek di civakê de çêkir.

Rêbertî bi rêya parêzname û pirtûkên xwe derfet li pêş jinan vekirin ku mafên xwe bistînin.”

Back to top button