Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd li gel serokê berê yê Fransa François Hollande (Fransiwa Holand) civiya. Di hevdîtinê de metirisiya DAIŞ’ê û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî hatin gotûbêjkirin.
Çavkaniyên taybet ji Ronahî TV re diyar kir ku, di civîna berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd li gel serokê berê yê Fransayê François Hollande (Fransiwa Holand) de, metirsiya jinûvevegera DAIŞ’ê û ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî hatine gotûbêjkirine.
Serokê berê yê Fransa li ser şerê DAIŞ’ê spasiya YPG’ê kir
Di hevdîtinê de, serokê berê yê Fransayê, ji bo têkoşîna li dijî terorê spasiya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê kir û xwe weke deyndarê wan bi nav kir.
François Hollande her wiha di hevdîtinê de desteka xwe ya ji bo Rojava jî anî ziman.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku François Hollande gava yekem di warê avakirina peywendiyan di navbera YPG’ê û Koalîsyonê ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê li Kobanê de, avêtiye.