Rêveberiya Xweser 27 zarok û 10 jinên DAIŞ’î radestî şandeya Almanî kir

Boruya têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser şandeyeke Almanî li navnenda xwe pêşwazî kir. 

Şandeya Almanî ji Rêvebrê Kar û Barên Balyozxaneya Derve ya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Kurt Georg Stückel-Stilfried û Cîgera cîgira Balyozxaneyê Manga Kleese pêk hat.

Di civînê de her du aliyan behsa rewşa Sûriyê, rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Her wiha îşaret bi rewşa kamp, penaber û metirsiya gefên li dijî Rêveberiya Xweser hat kirin.

Kurt Georg diyar kir ku dewleta Almanyayê wê di aliyê aborî û mirovî de alîkariya Rêveberiya Xweser bike.

Cîgirê boruyê Fener El-Giêt jî destnîşan kir ku radestkirina jin û zarokan li gorî belgeyên fermî pêk hat.

Di hevdîtinê de Boruya Têkiliyên Derve 27 zarok û 10 jinên DAIŞ`î yên Almanî ku li Kampa Roj bûn, radestî şandeyê kirin.

Heta niha Rêveberiya Xweser 91 zarok û jinên DAIŞ`î radestî Almanyayê kirine.

Back to top button