Merwan Medah: Civaka Siwêdayê çareseriyê di Rêveberiya Xweser de dibîne

Berdevkê Fermî yê rêxistina “Siwêda Ewelen” Merwan Medah têkildarî xwepêşand û daxwazên şêniyên Siwêdayê axivî. Merwan dibêje:
” Civaka Siwêdayê ji her demê zêdetir nêzî avakirina Rêveberiya Xweser in û careseriyê di xweseriyê de dibînin.”

Merwan Medah rewşa dawî ya Siwêdayê nirxand û têkildarî xwepêşandên li wir ev got:

“Li Swêdayê xwepêşandan li gorî pêwîstiyê her demekê têne lidarxistin.

Gel ji ber jiyana xirab nema dikare bijî.”

Medah destnîşan kir xepêşandêran gelek caran ji ber pirrengiya Siweydayê daxwaza Sûriyeke nenavendî kirin, lê her tim rejîm bêdeng ma û alozî kurtir kir.

Merwan Medah balkişand li ser projeya Rêveberiya Xweser jî û anî ziman ev fikir ji her demê zêdetir di nav civaka Siwêdayê de belav bûye û got:

” Civak çareseriyê di vê projeya demokrtîk de dibîne.

Pêdiviya pêkanîna Rêveberiya Xweser bi hevbendî yan jî îtîlafeke siyasî ya mezin heye.”

Back to top button