Dr. Kamûran Berwarî: Ev êrişên nû jî wê bê encam bimînin

Dewleta Tirk careke din dixwaze bi hevkariya PDK’ê dagirkeriya xwe li başûr berfireh bike
Dr. Kamûran Berwarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û dazanîn ku wê gelê Başûr vê hevkariyê qebûl neke.
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Tevgera Azadiyê Tara Hisên dibêje:
“Divê gelê Kurd bibe yek, an jî wê hemû destkeftiyên heyî têk biçin.” 

Careke din dewleta Tirk bi planên nû li dijî gerîlayên HPG’ê amadekariyên êrişeke din a dagirkeriyê dike.

Ev plan jî mîna hertim bi destek û alîkariya PDK’ê pêk tê.

Li dijî vê helwesta PDK’ê Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî bertek nîşan da.

Kamûran Berwarî hevkariya PDK’ê weke gaveke metirsîdar pênase kir û got:

“Dive Kurd bi tu awayekî nekevin nava şer.

Ev operasyon jî wê mîna yên berî encam negire, gelê Başûrê Kurdisanê jî li dijî vê hevkariya PDK’ê wê helwesteke tund nîşan bide”.

Dr. Kamûran Berwarî: Divê partiyên başûr hewlesta xwe zelal bikin

Kamûran berwarî ji partiyên siyasî yên Başûr daxwaz kir ku li dijî vê yekê derkeve û tekez kir divê PDK; KCK û PKK bi danûstandinê pirsgirêk û aloziyên heyî çareser bikin.

Tara Huseyîn: Divê gelê Kurd bibe yek an jî wê destkeftiyên heyî têk biçin

Li dijî heman planê Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Tevgera Azadiyê Tara Hisên jî bertek nîşan da.

Tara anî ziman ku armanca hevpeymaniya ji bo hilbijartinan tê çêkirin, dagirkirna herêmê ye û got:

“Armanc dikin ku di 15’ê Nîsanê de êrişeke din bide destpêkirin.

PDK jî hevkarê vê êrişê ye, lewma divê gelê me nerazîbûna xwe nîşan bide, bibe yek, yan jî wê destkeftiyên heyî hemû têk biçin.”

Back to top button