
Li herêma Biradost artêşa Tirk a agirker îro ket 4 gundan û gef li şêniyên wan gund kirin, hîn di wan gundan de ye
Îro danê sibehê hejmarek leşkerên artêşa Tirk a dagirker ketine gundên Xelîfan, Lêlkan, Helkêla û Kunele yên ser bi bajaroka Sîdekan a ser bi Soran a Hewlêrê ku dikevin herêma Biradostê.
Leşkerên Tirk li gel şêniyên wan gundan civiyane.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, hejmara leşkeran nêzî 100 kesane ..
Niha di nava wan gundan de digerîn û li gel şêniyên gund diaxivin.
Li gorî agahiyan leşkerên Tirk gef li şêniyên wan gundan kiriye ku nabe li wan herêma metirsî li ser baregehên wan çêbibe.
Artêşa Tirk a dagirker li Herêma Kurdistanê nêzetirî 40 baregehên leşkerî avakiriye.
Tevî binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye, lê hikûmeta navendî û ya Herêma Kurdistanê bêdeng in.