WHO: Pandemiya Covid-19 dibe heta dawiya salê biqede

Piştî berdêlên xwe yên giran, dibe ku êdî em ji Vîrûsa Corona xelas bibin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê belgeya stratejiya xwe ya di têkoşîna dijî vîrûsa corona de, nû kir û sê senaryoyan eşkere kir. Li gorî senaryoya herî muhtemel, dê giraniya nexweşiyê kêm bibe û dozên bîranînê ne hewce ne. Di vê navberê de, Serokê DYA Biden jî derziya 4. a vîrûsê bikar anî.

Rêveberê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, di civîna çapemeniyê ya li navenda ya Cenevreyê de, hûrgiliyên plana xwe ya ji bo bidawîkirina rewşa awarte ya cîhanî ya Covid-19 di sala 2022 de parve kir.

Ghebreyesus rewşa mirovahî ya li Ukrayna û Etiyopyayê nirxand.

Ghebreyesus bal kişand ser wê yekê ku “Plana Amadekarî û Têkoşîna Stratejîk a ji bo Bidawîkirina Rewşa Awarte ya Cîhanî ya Covid-19 di sala 2022’an de” ji bo cîhanê derbasdar e û got: “Covid-19 dibe ku îsal biqede û divê ev ji bo me ya dawî be.”

WHO 3 senaryonên derbarê paşeroşa vîrûsê de

Ghebreyesus diyar kir ku ji bo geşedana vîrusê 3 senaryo hene û ev tişt anî ziman:

Di senaryoya herî baş de em ê çend mûtasyonên ku ji niha û pê ve hewcedarê dozên zêdekerina derziyan nabe, bibînin. Di senaryoya duyemîn de em dikarin bibînin ku vîrus dewam dike, bi pêş dikeve, lê bi saya derzîlêdanê rêjeya nexweşiyên giran kêm bûye. Senaryoya herî nebaş jî em dikarin bibînin ku cûreyên vîrusê yên dijwartir û vegirtinê derdikevin holê, û derziyên li dijî vê xeteriyê naxebitin. ku derziyek li dijî vê xetereya nû nexebitî.”

Ghebreyesus destnîşan kir ku ji bo pêkanîna plana rêxistinê di ronahiya senaryoyên jorîn de, divê her welat girîngiyê bide şopandina vîrusê.

WHO: Ji sedî 83 ê nifûsa Afrîka ne hatiye derzîkirin

Di vê çarçoveyê de Ghebreyesus bi bîr xist ku hedefa derzîlêdana ji sedî 70’ê nifûsa her welatekî heta nîveka sala 2022’an xwedî girîngiyeke krîtîk e û got, “Di dema ku welatên pêşketî herî zêde vê armancê pêk anîn, taybet Afrîka gelek welatên aboriya xwe lewaz li pişt vê jimarê man. Heta niha yek derziyek jî jê re nehatiye dayîn. Ev ji bo min rewşeke ku nayê pejirandin.”

Serokê DYA Biden derziya 4. a li dijî Covid-19 bikar anî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden li dijî Covid-19 dozek 4. a derziyê li xwe da.

Biden di civîna çapemeniyê ya li Koşka Spî de li ser têkoşîna wan a li dijî Covid-19 û rewşa wê ya dawî daxuyaniyek da û derziya xwe ya 4. li xwe da.

Back to top button