Lîbya..Dibeybe pêşnûmeya qanûna hilbijartinê pêşkêşî komisyona diyaloga netewî kir

Li Lîbya, krîza siyasî bi dawî nabe. Ebdulhamîd Dîbeybe pêşnûmeya qanûna hilbijartinê ya ku hikûmeta wî amade kiribû radestî komîteya destpêkirina diyaloga neteweyî, kir.

Li Lîbya hêrsa deshilatdariyê, welat xistiye nava aloziyê.

Ofîsa Ragihandinê ya Dîbeybe li ser mijarê daxuyaniyek da û ji komîteya ku pêşnûme wergirtiye xwest u derbarê projeyasaya hilbijartinê de dest bi diyalogeke niştimanî bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca Serokwezîr ji avakirina komîteyê berfirehkirina xeleka beşdariyê bi amadebûna hejmarek ji kesayetiyên siyasî yên welatparêz û eşkerekirina beşê herî berfireh a civaka Lîbyayê ye.

Dibeybe 20’ê Adarê ferman dabû ku komîteyek niştimanî ya ji kesayetên serbixwe yên herêmên cuda yên Lîbyayê pêk tê, were avakirin.

Di civînên Forûma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê ya bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî ku Mijdara 2020’an de biryar hatibû dayîn ku hilbijartinên serokatiyê û parlementoyê 24″ê Kanûna 2021’an bên lidarsxistin.

Lê ji ber aloziyên heyî hilbijartin di dema hatî plankirin de nekarîn pêk werin.

Meclisa Nûneran a Tobrukê, 10’ê Sibatê Fethî Başağa wek serokwezîrê nû hilbijartibû.

Meclisê îdia kir ku ji ber erkê Dibeybe 24’ê Kanûna 2021’an bi dawî bûye, wan Başaga ji bo serokwezîrtiya nû diyar kirine.

Meclîsê di 1’ê Adarê de dengê pêbaweriyê da hikûmeta Başaga.

Serokwezîrê Hikûmeta demkî ya Lîbya Ebdulhemîd Dîbeybe, Meclîsa Nûneran bi dûrketina ji nexşerêya ku di Peymana Cenevê de hatiye diyarkirin sûcdar kir û got, ew ê li ser erkê xwe be.

Back to top button