Rûsya êrişî Kîev, Xarkov û Dnipro kir

Rûsya li aliyekê hêzên xwe vedikişîne û li aliyê din jî êrişa xwe ya bi moşekan zêdetir dike. Artêşa Rûsya bi moşekan paytexta Ûkrayna Kîev di nav de êrişî 4 bajaran kir. Serokomarê Ûkrayna Zelensky got, Em xwe ji êrişeke Rûsya ya li rojhilatê welat re amade dikin. Pentagonê dibêje, heta niha Rûsya tenê ji sedî 20 hêzên xwe yên li derdora Kîev û Çarnihivê bo deverên din veguhestiye.

Êrîşên Rûsyayê yên li hemberî Ûkraynayê ku di 24’ê Sibatê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 35’an de ye.

Artêşa Rûsyayê danê êvarê li bajarên Kîev, Xarkov û Dnipro yên paytexta Ûkraynayê xistin.

Li Xarkovê lûleya gazê, li Dniproyê jî li kargeheke ku tanka sotemeniyê lê bo hate armanckirin.

Di derbarê hejmara kuştî û birîndarên êrîşan de daxuyaniyeke zelal nehate dayîn.

Hat ragihandin ku Servîsa Rewşa Lezgîn a Ûkrayna ji bo vemirandina agir berê xwe dan cihê bûyerê.

Ûkrayna: 135 balafir, 131 helîkopter û 614 tankên Rûsya hatin bêkêrkirin

Sererkaniya Ûkrayna bîlançoya 35 rojên şerê li dijî Rûsya eşkere kir.

Li gorî vê; 17 hezar û 500 leşkerên artêşa Rûsya hatin kuştin.

135 balafir, 131 helîkopter, 614 tank, 1735 wesayîtên zirxî, 311 top, 96 pergalên avêtina roketan û 54 pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê hatin têkbirin.

Her wiha hezar û 201 wesayit, 7 keştî û keştiyên sivik, 75 wesayîtên sotemeniyê û 83 balafirên bêmirov jî hatine bêkêrkirin.

Zelensky: Em xwe ji êrişa Rûsya ya li rojhilatê welat re amade dikin

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku ew xwe ji bo êrîşeke nû ya Rûsyayê li rojhilatê amade dikin.

Zelensky di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Li Donbasê kombûneke leşkerî ya Rûsyayê heye û em xwe jê re amade dikin.”

Zelensky anî ziman ku ew ji daxuyaniyên Rûsya yên derbarê vekişîna ji herêmên paytext Kîev û bajarê Çernîhiv ê bigumanin.

Pentagon: Rûsya ji sedî 20 leşkerên xwe yên li derdora Kîîevê paşde kişand

Hemwextî vê yekê ji Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) daxuyaniyek hate dayîn.

Berdevkê Pentagon John Kirby di daxuyaniya çapemeniyê de got,

Di nava 24 saetên dawî de Rûsyayê ji sedî 20 hêzên xwe ji bakurê paytexta Ûkraynayê Kîevê vekişandiye herêmên din.

Rûsya bi moşekan êrişî depoyên sotemeniyê yên Ûkrana kir

Rûsya jî ji aliyê xwe ve bîlançoya şerê li ser xaka Ûkrayna eşkere kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku hêzên wan bi moşekan êrişî depoyên sotemeniyê yên li Dnipro, Lisiçansk, Çuhuiv û Novomoskovsk kir.

Li gorî Konaşenkov, 52 binesaziyên din yên leşkerên Ûkrayna hatine têkbirin.

Her wiha heta niha 124 balafir û 77 helîkopter, 216 pergalên mûşekî yên dijî hewayî, 341 balafirên bêmirov, 1,815 tank û gelek wesayîtên zirxî, 195 roketavêjên pirlûle, 762 obus û hawanên taybet û wesayîtên leşkerî hatine bêkêrkirin.”

Back to top button