Tahran: Waşîngton peymana nukleerî binpê dike

Îran, DYA bi binpêkirina bernameya peymana nukleerî tewambar dike. Tahranê got, Rêveberiya Amerîka ya niha berovajî îdiayên xwe, hemû derfetan ji bo pêkanîna zextên li ser gelê Îranê bi kar tîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Saîd Xetîbzade destnîşan kir ku DYA`yê hemwextî îdia dike ew amade ye pabendî lihevkirina nukleerî be, binnpêkirinan dewam dike.

Her wiha biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ya bi hejmara 2,231 jî bin pê dike.

Ajansa Fars ragihand ku ji qedexekirina gelek kesayetên Îranê diyar dibe ku niyeta Rêveberiya Amerîkayê ya li hember gelê Îranê ne safî ye.

Bi vê yekê re, armanc dike siyasetên xwe yên binkeftî dewam bike û zextên din li Îranê ferz bike.

Xetîbzade diyar kir ku Rêveberiya Amerîka ya heyî, berovajî îdiayên xwe tev digere û hemû derfetan ji bo zextê li gelê Îranê bike, bi kar tîne.

Back to top button