Li Sûdanê bîlançoya xwepêşanderên mirî gihişt 37 an. Konseya Ewlekariyê jî civîneke awarte li dar dixe.
Piştî bûyerên ku duh li Sûdanê rû dan, Brîtanya û Almanya doza civîneke lezgîn ji Konseya Ewlekariya Navdewletî kir.
Li gorî çavkaniyan, wê îro civîn were lidarxistin.
Duh sibehê zû, hêzên ewlekariya Sûdanî derbasî qada Fermandariya Giştî bûn û çalakiyên xwepêşanderan ji hev kirin.
Di encamê de 14 kes mirin.
Li gorî encamên herî dawî jî hêjmara miriyan gihişt 37 an.
Duh Meclisa Demkî ev tundî red kir û soza lêpirsînê da.
Îro jî serokê Meclisa Demkî Ebdul Fetah Burhan daxuyaniyek da û wiha got:
Biryara veguhastina desthilatiyê hat betalkirin.
Hilbijartin wê di nava 9 mehan de werin lidarxistin û wê bi serpereştiya herêmî-navdewletî be.
Her wiha em ê danûstandinan bi muxalefetê re rawestînin.