Ji ava Behra Wanê 18 cur e sabûn tê çêkirin

Behra Wanê piştî Behra Ûrmiyê li Kurdistanê ya herî mezin e. Ji ava behrê 18 cure sabûn tê çêkirin. Xwediyê kargeha sabûnê dibêje, ew van sabûnên ku hildiberînin, dişînin gelek deveran li welat û derveyî welat.

Ji sala 1910’an ve li Wanê sabûn tê çêkirin, tê gotin ku di sala 1040’î de 60 atolyeyên sabûnê hebûn û di salê de li wan atolyeyan 20 ton sabûn dihat çêkirin.

Lê niha li bajêr tenê atolyeyeke sabûnan maye.

Xwediyê vê atolyeyê Mûrad Seîd Yaşar derbarê çêkirina sabûnê ya ji ava Gola Wanê de axivî.

Mûrad Seîd Yaşar diyar kir ku bapîrê wî di sala 1910’an de dest bi çêkirina sabûnê kiriye û ew niha pîşeya bapîrê xwe didomîne.

Seîd Yaşar da zanîn sabûna ku ew çêdikin dişînin gelek deverên Tirkiyê û carinan jî derveyî welêt û got:

“Di sabûnên me de kîmyasal tune ye, hilberîner ji sabûnên me razî ne. Taybetiyeke ava Gola Wanê heye, gava tê germkirin dibe termal. Kîmyasalên di nava avê de hem paqij in hem jî di dermanan de tên bikaranîn. Em vî karî ji dil û can dikin.”

Yaşar da xuyakirin ku di çêkirina sabûnê de yan divê ava dawerivandî yan jî ava berfê bê bikaranîn û got: “Me xwest em bi vê avê sabûnê jî çêbikin. Me lêkolîn kir bê ka ev av zirarê dide mirovan an na piştî xebateke 8 salan, em bi ser ketin.”

Her wiha Yaşar di dawiyê de diyar kir ku li gorî daxwazên mirovan sabûnê çêdikin û weke destpêk 6 cur e sabûn çêkirine, lê niha 18 cure sabûn çêdikin.

Back to top button