Tevî ku rapor hene û divê li girtîgehê nemînin jî lê girtiyên nexweş nayên berdan

Li zîndanên dewleta Tirk rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku dema wan qediyaye nayên berdan her diçe giran dibe. Nerazîbûn û çalakiyên malbatên girtiyan û saziyên mafên mirovan jî her diçe zêde dibe. Duh jî dadgeha Tirk 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li serokê berê yê DÎAYDERê birî.

Li zîndanên dewleta Tirk rewşa gelek girtiyên nexweş di bin xeteriyê de ye lê tevî raporên wan hene ku nikarin di girtîgehê de bimînin jî nayên berdan.

Ji ber van sedeman jî heta niha gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dane.

Girtiyê nexweş Abdullah Boran ê 82 salî ku di Girtîgeha Amedê de bû, di 23’yê Adarê de li Nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.

Lê hat hînbûn ku Desteya Tenduristiyê ya nexweşxaneyê berê rapor ji bo Boran amade kiriye.

Desteya Tenduristiyê herî dawî di 24’ê Sibatê de raporek çêkiriye û di raporê de destnîşan kiriye ku mayina Boran a li girtîgehê ji bo jiyana wî xetere ye.

Daxwaza dayîka 100 salî ewe ku cara dawî kurê xwe bibîne

Girtiyê nexweş Reşîd Ûyar yê 60 salî, ku li Girtîgeha bajarê Trabzon tê ragirtin, tevî rewşa wî giran dibe jî lê nayê dermankirin.
Reşîd Ûyar di sala 2012’an de bi hêceta “Endamtiya rêxistinê” hatiye girtin.

Dayîka Reşîd Ûyar Qudret Ûyar heta niha tenê 3 caran kurê xwe ditiye û ev 3 salin jî kurê xwe nabîne.

Dayika Qudret Ûyar a ku emrê wê 100 salî ye, yekane daxwaza wê ku rewşa wê ya tendûristiyê jî nebaşe, cara dawî jî be kurê xwe bibîne.

Devrîm Demir: Cihê nûdem dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan

Hunermenda kurd Nûdem Dûrak ji bo ku stranên kurdî gotine di sala 2015’an de li Şirnexê hat girtin û 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Nûdem Dûrak a 7 sal in di girtîgehê de ye, niha jî li Girtîgeha bajarê Baybûrtê tê ragirtin.

Hunermenda kurd Devrîm Demîr têkildarî rewşa Nûdem Dûrak balkişand ser polîtikayên dewletê yên li ser ziman û hunera kurdî û wiha got:

“Dereke cîhanê tûneyê ku ji bo stran gotine 19 sal ceza li stranbêjan were birîn. Nûdemê ji bo ku stranên kurdî gotiye 7 sal in di girtîgehê de ye. Nûdem hunermend û stranbêja kurd e, cihê Nûdemê ne girtîgeh e. Nûdem girtiyek nexweş e divê demildest bê berdan.”

Nobeta Edaletê ya li Stenbolê 2 hefteye didome

Malbatên girtiyan ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hefteyê carek Nobeda Edaletê li Stenbolê dane destpêkirin îro ji aliyê polîsan ve bi hinceta qedexeyên çalakiyan hat astengkirin.

Tevî astengiyan jî malbat demek li ber edliyê sekinîn û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin.

7sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER yê berê hat birîn

Duh jî dadgeha dewleta Tirk li serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Dîndaran (DÎAYDER) ê berê Zahîd Çîftkûran 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Rûniştina doza ku Çîftkûran lê tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 10’an a Amedê hat lidarxistin.

Dadgehê xwest Çîftkûran ji ber axaftinên xwe yên di civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, daxuyniyên çapemeniyê û merasîma cenazeyan û parvekirinên xwe yên li ser medyaya dijîtal bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.

Back to top button