Zelensky ji Awistralya daxwaza zêdekirina cezayên li dijî Rûsya kir

Roj derbas dibe, zextên aborî û leşkerî yên li ser Rûsya Moskow bihêrs kiriye. Lê Ûkrayna van zextan kêm dibîne û daxwaza yên nû dike. Serokomarê Ûkrayna Zelensky ji parlamenterên Awistralya re axivî û daxwaz cezayên nû li ser Rûsya kir. Waşîngton jî îdia dike, têkildarî şerê li Ûkrayna Serokê Rûsya Putin hatiye xapandin û vê yekê hiştiye ku navbera wî û sererkaniya welat de alozî derbikeve.

Ûkrayna bi rêya dîplomasiya li gel welatên rojavayî re dixwaze zextên li ser Rûsya zêde bike.

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky îro bi rêya vîdeo ji parlamentoya Awistralya re axivî.

Volodymyr Zelensky îşaret bi gefên Rûsya yên karanîna çekên nukleerî kir û wiha got:

Di şerê ji aliyê Rûsyayê ve hatiye destpêkirin de, tevî Awistralya ti welat ji xetereya şerekî nukleerî neewle ye.

Zelensky anî ziman ku ger cîhanê li dijî kongrolkirina Rûsya ya 2014’an li Kirimê pêk aniy helwest nîşan daba, îro wê Moskow bi hêsanî ne karîba êriş bike.

Serokomarê Ûkraynayê ji bo 90 milyon dolar piştgiriya leşkerî û 50 milyon dolar alîkariya mirovahî spasiya Awustralya kir.

Zelensky daxwaza bêtir ferzkirina cezayên li ser Rûsya kir.

Ûkrayna: Danûstandinên aştiyane yên li gel Rûsya wê 1’ê Nîsanê dewam bike

Ji tîma danûstandinên Ûkrayna Davîd Arakamiya ragihand ku danûstandinên aştiyê yên di navbera Moskova û Kîevê de wê 1’ê Nîsanê dewam bike.

Li gorî agahiyên ku Arakamiya li ser înternetê parve kirî de, wan pêşniyara hevdîtina Volodymyr Zelensky û Vladimir Putin kiriye û wiha got:

Rûsyayê bersiv da diyar kir ku “despêkê divê pêşnûmeya peymanek were amadekirin”.

Kîev bi hefteyan bang li Putin û Zelensky dike ku werin ser masê, lê Moskow dibêje ev civîn bêyî pêşketinên cidî di danûstandinan de pêk nayê.

Her çiqasî 29’ê Adarê alî li bajarê Stenbol yê Tirkiye li hev civiyan lê nekarîn di mijara agirbestê de bigihêjin encamê.

Koşka Spî: Putin di şerê li Ûkrayna de hate xapandin

Koşka Spî jî îdia kir ku wan îstixbarat wergirtiye Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di şerê li Ûkrayna de hatiye xapandin.

Rêvebira Ragihandinê ya Koşka Spî Kate Bedingfield di konfêranseke rojnamevanî de got:

“Agahiyên me hene ku Putin hîs kiriye ku ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatiye xapandin.

Ev yek jî bûye sedema aloziya navbera Putin û sererkaniya artêşê de.”

Back to top button