Mihemed Ocalan: Tu hêz nikare gel û Rêber Ocalan ji hev dûr bike

Ji rojbûna Rêber Apo re tenê çend roj mane. Têkildarî pîrozbahiyên rojbûna Rêber Apo yên li gundê Amarayê, birayê wî Mihemed Ocalan diyar kir ku ji sala 2004’an ve rojbûna Rêber Apo bi awayekî girseyî tê pîrozkirin. Mihemed Ocalan got, ewê 4’ê Nîsanê li benda mêvanan bin.

Gelê Kurd, îsal rojbûna Rêber Apo di bin siya tecrîda girankirî de pêşwazî dikin.

Gelê Kurd, rojbûna Rêber Apo weke rojbûna xwe qebûl dike û her sal di 4’ê Nîsanê berê xwe didin gundê Amara yê navçeya Xalfetiyê ya Rihayê ku Rêber Apo lê ji dayik bûye.

Mehmet Ocalan, hûrguliyên pîrozbahiyên rojbûna Rêber Apo ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.

Ocalan, da zanîn ku pîrozbahiya yekemîn a girseyî di sala 2004’an de hatiye lidarxistin û tevî astengiyan jî ji çar aliyên Tirkiyê û bakur bi deh hezaran kesî berê xwe dane Amarayê.

Ocalan, destnîşan kir ku coşa pîrozbahiya yekemîn qet ji bîr nake û wiha got:

Ocalan, anî ziman piştî pîrozbahiya ewil ya sala 2004’an, girseya gel zêdetir bû û herkesî di 4’ê Nîsanê de berê xwe da gundê Amare yê û got: Bi zêdebûna girseya gel re jî mudaxale û êrişên dewleta Tirk yên ji bo astengkirina girseyê jî pêk hatin.

Di dewamê de Mehmed Ocalan 4’ê Nîsana sala 2009’an a ku di encama êrişa dewleta Tirk 2 ciwanên Kurd hatin kuştin bi bîr xist û wiha qala wan rojan kir.

Ocalan, dstnîşan kir ku bi pêvajoya şer di sala 2016’an de hemû rêyên ku dihatin Amarayê ji aliyê dewletê ve hatin girtin û got; Tevî astengiyan jî welatiyan xwe gihand Amarayê û rojbûnê pîroz kirin.

Mehmet Ocalan diyar kir Pirsgirêka Kurd û nêzikbûna 4’ê Nîsanê bi hev ve girêdayiye û ev tişt got:

Mihemed Ocalan: Di 4’ê Nîsanê de em ê li benda mêvanan bin

Birayê Rêber Apo Mihemed Ocalan, destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ji bo kurdan semboleke

Back to top button