25 parlamenterên Iraqê daxwaznameyek pêşkêşî parlementoya welat kirin

25 parlamenterên Iraqê dagirkeriya Tirk jî di navê de ji bo lêkolînkirina dagirkeriya li Iraqê daxwaznameyeke pêşkeşî serokê parlamentoya welat kirin.

Daxwazname ji bo lêkolînkirina hebûna hêzên biyanî yên li ser xaka Iraqê hat pêşkeşkirin û ew ji 3 xalan pêk tê..

Xala yekem a taybet têkildarî lêkolînkirina hejmara hêzên Emerîka, şêwirmendên wê ne.

Di xala duyemîn de jî daxwaza lêkolînkirina hêzên Tirkiyeyê yên li Mûsil û Herêma Kurdistanê ye û tê de îşaret bi 5 baregeh û 38 deverên leşkerî yên artêşa Tirk ên li başûrê Kurdistanê kirin.

Xala sêyem jî li ser êrişa vê dawiyê ya Îranê li ser Hewlêrê ku qala hebûna MOSSAD’ê dike, daxwaza lêkolînê dike..

Îro li herêma Biradostê ya başûrê Kurdistanê, artêşa Tirk kete 4 gundan û gef li gundiyan xwar.

Back to top button