Li Dîwana Edaletê ya Ewropayê doza derxistina PKK’ê ji lîstê pêk hat

Îro, li Dîwana Edaletê ya Ewropayê, doza ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ pêk hat. Ev 8 sal in doz dewam dike. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar li ser mijarê got: “Bi argumanên dewleta Tirk, me bi terorîstiyê sûcdar dikin.”

Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropayê ya li Luksembûrgê dawiya sala 2018’an biryar dabû ku hincetên ji bo hiştina PKK’ê di lîsteya rêxistinên terorîst de têrê nake..

Bi gotineke din, dadgehê argumanên ku ji bo xistina PKK’ê ya li lîsteyê ‘têrker’ nedîtibû û hikum dabû ku bi van argumanan nabe di lîsteyê de bê hiştin.

Piştre jî Îngilistanê sala 2018’an ji bo hiştina PKK’ê di lîsteyê de jinûve serlêdan kiribû..

Bi heman argumanan bi rengekî otomatîk 9’ê Çileya 2018’an ji nû ve PKK xistibûn lîsteyê.

Aliyê Kurd jî 7’ê Adara heman salê li dijî lîsteya nû doz vekir..

Parêzerên PKK’ê israr dikin ku PKK nabe tenê bi çalakiyên leşkerî bê nirxandin, divê ji aliyê civakî, aborî û siyasî ve jî bê nirxandin.

Parêzer bi taybetî balê dikişînin ser karên PKK’ê yên ji bo ciwanan, zarokan, jinan, xwezayê û aboriyê.

Ji parêzerên PKK’ê Tamara Brûma diyar kir ku piştî dozeke ji 8 salan, îro wê doz bê nirxandin.

Brûma biryara sala 2018’an bi bîr xist û diyar kir ku lîsteya ‘çalakiyan’ ya ji aliyê dijber ve hatî pêşkeşkirin, bi tu awayî ne çalakiyên terorîstî’ ne.

Parêzerê Konseya Ewropayê îdîa kir ku ‘çalakiyeke bi tenê ya terorîstî têrê dike’, lê belê nekarî detayê vê raxe pêş çavan.

Parêzer Tamara Brûma destnîşan kir ku hemû çalakiyên şerekî navxweyî nabe ku bi rengekî otomatîk weke ‘terorîst’ bê pênasekirin û ev şerê navxweyî yê ji bo demokratîkkirina welatekî ye.

Konseya Ewropayê jî di bersiva xwe de îdîa kir ku mijar di vir de ne gelê Kurd e, PKK ye.

Parêzerê PKK’ê diyar kir ku ew pê kêfxweş e niha tê nîqaşkirin PKK li pey armanca diyarkirina çarenivîsê ye yan na û got: “ji ber ku li NY’yê li ser Kurdan mafê diyakirina çarenivîsê nîne, ev nayê wateya ku ev ji bo gelê Kurd bi cih nayê.”

Zubeyir Aydar: Bi argumanên dewleta Tirk PKK’ê tawanbar dikin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar li ser mijarê ji ANF’ê axivî.

Aydar got: ”Ev 8 sal in ku rûniştina dozê didome. 2018’an dadgehê di berjewendiya me de biryar da, Konseya Ewropayê îtîraz kir.

Bi rengekî pir neheq têkoşîna azadiya Kurdistanê bi terorîstî tê tawanbarkirin .

Ev doz li dijî Yekîtiya Ewropayê hatiye vekirin.

Em bi heq in. Aliyê dijber neheq e. Bi argûmanên dewleta Tirk dixwazin me bi terorîstiyê tawanbar bikin.”

Back to top button