Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyamekê cejna Remezanê li tevahî gelên Sûriyê û civaka îslamî pîroz kir.
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di peyama xwe de wiha got:
“Em cejna Remezanê li tevahî gelên Sûriyê û civaka îslamî û tevahî malbatên şehîdan pîroz dikin.
Em hêvîdar in ku gelê me li Sûriyê bi aramî, ewlehî û aştî cejna xwe pîroz bike.”
Rêveberiyê roja 5 û 6’ê Gulana 2019`an bi boneya cejna Remezanê ji saziyên girêdayî wê re ji bilî saziyên ku xebatên wê domdare kir betlane.