Pêkhateyên bajêr Newroz Ekîto û Çarşema Sor pîroz kirin

Li bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna pêkhateyên herêmê şahiyek bi boneya cejinên buharê (Newroz, Ekîto û Çarşema Sor) hate lidarxistin. 

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Saziya Pêkvejiyan ji bo Aştî û Diyalogê bi alîkariya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya, bi boneya meha cejinên buharê (Newroz, Ekîto û Çarşema Sor) şahiyek hunerî têkildarî pêkhateyên herêmê orgenîze kir.

Şahî li Bexçeyê Giştî yê li Qamişloyê, bi amamdebûna şêniyên bajarê Qamişlo bi hemû pêkhateyên xwe lidarket.

Di şahiyê de hunermendên Kurd Nesrîn Botan û Danîş Botan, koma Endelîbê Firatê, hunermendê Ermen Ebo Garîn û hunermend Dilo Doxan stranên li ser cejinên werzê buharê û şehîdan pêşkêş kirin.

Her sal cejinên buharê mîna Newroz, Ekîtoya xirstiyana û Çarşema Sor a civaka Êzdî ji aliyê gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi coş û tevî rewşa êrişên dewleta Tirk a dagirker jî tê pîrozkirin.

Back to top button