Dewleta Tirk di meha Adarê de li Efrînê 85 kes revandiye

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê polîtîkayên xwe yên qirkirinê didomîne. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ragihand ku dewleta qirker di meha Adarê de 85 kes li Efrînê revandiye.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo bîlançoya meha Adarê ya sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê eşkere kir.

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk di nava bêdengiya navneteweyî de planên xwe yên mîtîngeriyê li Efrînê pêk tîne û ev agahî da:

“Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê di meha Adarê de 12 jin, zarokek keç jî di nav de bi giştî 85 sivîl revandine.

Li gundê Şadrê yê êzidiyan ê Şêrewayê û gundê Qermitliq ê navçeya Şiyê avahiyên metîngeriyê tên çêkirin.”

Şêxo diyarkir ku armanc ji vê siyasetê koçberkirina sivîlan û guhertina demografîk e, da ku herêm ji niştecihên wê vala bibe û projeyên xwe yên mîtîngeriyê pêk bîne.

Şêxo da zanîn ku der barê avahiyên mîtîngeriyê yên dewleta Tirk ava dike de, têkiliyên wan bi gelek rêxistinan re heye û di rojên pêş de wê bi hin rêxistinên Ewropa re jî bicivin.

Back to top button