DAGIRKERIYA TIRK CIWANEKÎ ÊZIDÎ LI NÊZÎ BAJARÊ ZAXOYÊ BI GULEYAN KUŞT

Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Îro jî artêşa Tirk a dagirker li nêzî Zaxoyê bi guleyan ciwanekî Êzidî kuşt.

Malpera Ezidi ya 24 diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li nêzî sînorê Zaxoyê ciwanê êzidî yê bi navê Emîn Salih kuşt.

Malperê ragihand ku ciwanê bi navê Emîn Salih dema ku baxçeyekî nêzî çemê Dîcle av dida hat kuştin.

Tê zanîn ku ciwanê êzidî ji koçberên Şengalê ye û di kampa Cemşiko ya koçberên êzidî ya li Başûrê Kurdistanê de dima.

Leave a Reply

Back to top button