HIKUMETA FAŞÎST A AKP’Ê CEZAYÊN DARAYÎ LI DAYÎKÊN LAÇIKSPÎ BIRÎ

Li dijî kirinên hovane yên hikumeta faşist a AKP’ê dayîkên laçikspî li ber xwe didin. Hikumetê ji ber çalakiyên ku van dayîkan li dar dixistin, ceza li wan birî. Dayîkan jî vê yekê red dikin û dibêjin, ew ê van cezayan nedin.

Dayikên Laçikspî, ji bo zarokên wan nemirin çalakî li dar xistin.

Lê belê ji ber van çalakiyan cezayê darayî li wan hat birîn.

Her wiha polîsan li hin dayikên ku tev li hin çalakiyan nebûne jî ceza birî.

Dayikan diyar kir ku ew ê vî cezayî nedin û gotin:

Divê ne li me, li kesên em bi erdê ve kaş kirin ceza bên birîn.

Li Wanê, Dayikên Laçikspî ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, di demên cuda de tev li hin çalakiyan bibûn.

Lê belê ji ber van çalakiyan li Hevserokên HDP’a Wanê Umît Dede û Yadîşen Karabûlak û gelek parêzeran bi hinceta “Qanûna Qebehatan” 320 lîre ceza hat birîn.

Her wiha Rêveberiya Emniyetê ya Wanê li hin dayikan 3 caran cezayê darayî birî.

Dîsan jî dayikan ev ceza red kir.

Leave a Reply

Back to top button