Srî Lankayê..13 saetan elektirîk qutbû, kolan veguherîn qadên pevçûnan

Li welatê giravê Srî Lankayê ku ev demeke dirêj e krîza aborî lê heyî, alozî kurtir dibin. Ji ber botçeya rêveberiya welat têra îtxalata sotemeniyê nake, elektrîk heta 13 saetan qut bû. Ev yek jî bo sedema ku bi hezaran xwepêşandêr li paytext Colombo êrişî avahiya serok welat kirin.

Xwepêşander li nêzîkî avahiya taybet a Serokê welat Gotabaya Rajapaksa, weke berpirsê krîzê tê tewambarkirin kom bûn.

Xwepêşandana ku bi awayekî aştiyane dest pê kir, dema ku hin xwepêşander barîkata polîsan şikandin û êrîşî mala Rajapaksa kirin, veguherî tundiyê.

Polîsên ku mudaxeleyî çalakiyê kirin, bi bombeyên gazê û ava şid xwestin xwepêşandêran belav bikin.

Xwepêşanderan bi keviran bersiv dan polîsan.

Ji ber bûyeran li paytextê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Berdevka Polîsê Nihal Thalduwa jî got,

“Ji ber aloziyên şeva borî me 54 kes binçav kirine.

Gelek wesayîtên artêş û polîsan hatin şewitandin.

Li gel kêmbûna sotemeniyê ya li welêt, kêmbûna gihandina madeyên xwarinê û dermanan jî heye.

Back to top button