DYA: Di mijara Îranê de, nakokiyên me yên ne stratejîk lê takteîkî li gel Îsraîlê hene

Her ku pêşketine di peymana nukleerî ya Îranê de pêk tê, ji Îsraîlê dengê bertekan bilindtir dibe. Amerîka jî li wê yekê mikur hat ku di navbera wan û Tel Evîvê de nakokî hene. Wezareta Karên Derve ya Amerîka got; Di mijara Îranê de, nakokiyên me yên ne stretejîk lê taktîkî li gel Îsraîlê hene.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ji rojnamevanan re got;

Di danûstandinên ji nûve zindîkirina lihevkirina Peymana Nukleerî ya 2015’an de kêm mijar hene ku li ser wan lihevkirinek çênebûye.

Price diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan niha dur ya Tahranê ye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken serê vê hefteyê serdana Îsraîlê kiribû.

Îsraîl ya ku vegera DYA li peymanê şaştî dibîne, di her fersendê de tîne ziman ku ew ê ev peyman ji bo wan ne astengî be ku li dijî Îranê planên xwe pêk bînin.

Hêjayî bibîrxistinêye ku bernameya peymana nukleerî ya Îranê di Gulana 2018’an de ji aliyê Serokê berê yê DYA Donald Trump ve bi awayekî yekalî hatibû betalkrin.

Ji bo vegera li peyamanê 11 mehin li Viyana danûstandin têne kirin.

Back to top button