Artêşa Ûkrayna herêmek din a Kîevê ji kontrola Rûsya derxist

Ûkrayna ji ber êrişên bi çekên dijwar yên Rûsya wêran dibe. Serdozgeriya Ûkrayna ragihand ku heta niha 153 zarok hatine kuştin. Artêşa Ûkrayna jî dibêje, wan bajarê Vyşgorod ji bin kontrola artêşa Rûsya derxistine. Hemwextî vê Moskow îdia dike ku helîkopterên Ûkrayna êrişî parzungehekî Rûsya kirine.

Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de di roja xwe ya 36’an de ye.

Alîkarê Serokê Fermandariya Hêzên Bejahî ya Ûkraynayê Oleksandr Gruzevich di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku wan bajarê Vyşgorod ê herêma Kyivê careke din kontrol kirine.

Gruzevich got; “Di demeke nêz de nûçeyên baş li benda me ne. Vyshgorod niha di bin kontrola me de ye. Em di gelek pozîsyonan de serketî bûn. Em ê wêneyê li pêş bibînin û serkeftina xwe zêde bikin.”

Serdozgeriya Ûkrayna: 153 zarok hatine kuştin

Li aliyekî din, bi dijwarbûna êrişan re, bîlançoya zarokên ku hatine kuştin zêde dibe.

Serdozgeriya Ûkrayna ragihand ku ji ber şerê li welat heta niha 153 zarok hatine kuştin û 245 jî birîndar bûne.

Ev der jî balafirgeha Gostomel ya dikeve bakurê paytext Kîevê ye.

Ji balafirgehê ti rengek mîna berê nemaye.

Li Mariupolê şer dijwar bûye

Li Mariupolê jî rewş wêraniye.

Şerê li bajar nîşaneya wê yekê ye ku bajar di çi rewşê de ye.

Dimenên di dema şerê li nava bajar hatine kişandin de, pêwistiya bi gotinê nahêle.

Rûsya: 28 binesaziyên leşkerî yên Ûkrayna hatine têkbirin

Berdevkê Wezareta Parstinêya Rûsya Îgor Konaşenkov jî bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 36 rojan eşkere kir.

Konaşenkov îdia kir ku artêşa Rûsyayê di nava rojê de, pêşdeçûnên xwe yên li ser xaka Ûkrayna dewam kiriye û got:

Di êrîşên balafiran da 28 navendên binesaziya leşkerî yên Ûkrayna hatin têkbirin.”

Li gorî Rûsya;

Ji destpêkê heta niha 124 balafir û 80 helîkopter, 345 balafirên bêmirov, 1826 tank û gelek wesayîtên zirxî yên Ûkrayan hatine bêkêrkirin.

Rûsya: Li Derya Reş 370 mayîn hene

Rûsyayê îdia kir ku li nêzî bendera Odessa ya Ûkraynayê 68 keştiyên biyanî girtine.

Konaşenkov diyar kir ku di nava keştiyan de keştiyên bi ala Tirkiye, Çîn, Swîsre û Yewnanîstanê jî hene.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî îdia kir ku li Behra Reş 370 mayînên Ukraynayê hene.

Rûsya: Helîkopterên Ûkrayna êrişî parzungeha petrolê ya me kir

Li aliyekî din, li dijî parzungeha Belgorod ya Rûsyayê êriş pêk hat.

Waliyê bajar îdia dike ku êriş ji aliyê helîkopterên Ûkrayna ve pêk hatiye.

Piştî êrişa li parzungehê herêm dinava dumanê de ma.

Tîmeên agirkujiyê jî hewil dan agir vemirînin.

Back to top button