Desthilata Erdogan ji bo hevkarê xwe benda hilbijartinê xist sedî 7

Destihata AKP-MHP’ê ji bo pêşî li binkeftina xwe ya hilbijartinan bigire ji niha ve dest bi dek û dolaban kiriye. Desthilata Erdogan û Bahçelî di qanûna hilbijartinê de guhertin çêkirin û sînorê beşdariya benda hilbijartinê ji sedî 10 xist ji sedî heft. 

Doh partiya Erdogan û Bahçelî ji bo gûhertina qanûna hilbijartinê pêşniyaz biryar a qanûnî dan meclisa Tirkiyê.

Di vê pêşniyaz qanûnê de daxwaz kirin ku benda hilbijartinê beriya niha ji bo Kurdan xistibûn sedî ji 10 bi gûherînin.

Ji ber ku partiyên kurdan êdî vê bendê bê watekirin her hilbijartinê de jor sedî deh deng girtin, vê carî partiya faşîst a alîgirê Erdogan partiya MHP’ê xeteriya wiya jêr bendê de mayîn derket.

Destihata Erdogan û MHP’ê ji bo pêşî vê yekê bigrin di qanûna hilbijartinê de gûhertin çêkirin û bi dengê van her du partiyan benda hilbijartinê hate guhertin û ji sedî 10 daket sedî 7.

Back to top button