TEV-ÇAND’ê di salvegera şehadeta wî de Xelîl Dag bibîranî

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê gerîla û sînemager Xelîl Dag di salvegera 14’an a şehadeta wî de bibîranî.

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê bi boneya salvegera 14’an ya şehadeta wî de gerîla û derhêner Xelîl Ûysal (Xelîl Dag) daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxist ku Xelîl Dax, 1’ê Nîsanê di sala 2008’an de di kemîneke artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûye û wiha hat gotin;

“Xelîl Dag li paş xwe wek mîrateyeke giranbuha hişt. Bi enerjiyeke û hezkirineke bêdawî, li bilindahiya çiyayan 13 salan kedeke bêhempa da. Ew şoreşger, gerîla û dostê çiyayan bû.

Di kêliyên herî germ ên şer de amade bû; dîmen û nûçeyên nayên jibîrkirin ragihand.

Bi her awayî bû Xelîlê Çiyayî; wisa dikarîbû sînemayeke çiyayî çê bike. Tevî hemu rewşên giran û ‘bê derfet’ dikarîbû karên dîrokî biafirîne.

TEV-ÇAND’ê di dawiyê de diyer kir Xelîl Dag bi sekneke Apocî têkoşîn û meşa xwe bi salan li çiyayên azad dewam kir û got ewê têkoşîna wî berdewam bikin.

Back to top button