ÇALAKGER NASIR YAGIZ: EZ Ê JI BO YEKÎTIYA GELÊ KURD TÊBIKOŞIM

Yek ji pêşengên çalakiya greva birçîbûnê Nasir Yagiz bû. Yagiz diyar kir ku gelê kurd li dijî zilm û zordariyê her tim bi berxwedaniyê bi ser ketiye û berxwedanê her dem rêya serkeftinê vekiriye. Ez ê ji bo ev berxwedan bigihije encamê têbikoşim. 

Çalakgerê greva birçîbûnê Nasir Yagiz li ser daxwaza Rêber Ocalan di roja 187’an de dawî li çalakiya xwe anîbû.

Nasir Yagiz têkildarî encama çalakiyê û peyama Rêber Ocalan axivî.

Yagiz, destnîşan kir ku çalakiya wan û peyama Rêber Ocalan, hevî, bawerî û biryara gelê Kurd bêtir xurt kir û wiha got:

Vê çalakiyê careke din sekna gelê Kurd û wateya peyama Ocalan nîşan da.

Bawerî û hêviya gelê Kurd bêtir xurt kir.

Vê çalakiyê nîşan da ku berxwedan bi xwe re serkeftinê tîne.

Ji ber vê yekê xebatê min wê hêj nû ve dest pê bike.

Ji niha û şûn ve ez ê ji bo yekîtiya gelê Kurd têbikoşim.

Leave a Reply

Back to top button