Konferansa Yekitiya Karmendên Tenduristiyê hate lidarxistin

Yekitiya Karmendên Tenduristiyê yekemîn konferansa xwe li Qamişloyê li dar xist. Di konferansê de hevseroka TEV-DEM Rûken Ehmed axivî û girîngiya konferansê û xwe rêxistinkirinê anî ziman. Di konferansê de meclisa giştî û hevserokatiya yekitiyê hat hilbijartin.

Yekitiya Karmendên Tenduristiyê yekemîn konferansa xwe bi amadebûna 100 delegeyan li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê li dar xist.

00036 çend saniyeyan biherikîne bila deng nebe

Di konferansê de hevseroka TEV-DEM Rûken Ehmed axivî û şehîdên tenduristiyê bi bîr anî.

Rûken Ehmed diyar kir ku kadroyên tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka 2011`an de cihê xwe di hemû şeran de girtiye e û got: “Dirûşma we ya vê konferansê gelekî girîng û bi wateye ku em bikarin xwe bi rêxistin bikin.”

Paşê di konferansê de nîqaş li ser rêziknameya hundirîn hat kirin.

Hevserokê Yekitiya Karmendên Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Mazin El-Şêx jî têkildarî avakirina yekitiyê axivî û got:n “Ev 4 meh e em li ser damezirandina yekitiyê kar dikin.

Ji 10 pisporiyên heyî di yekitiyê de dê meclisê bê avakirin, dê meclis ji 13-15 endaman pêk bê.”

Di dawiya konferansê de Meclisa Giştî ya Yekitiya Karmendên Tenduristiyê hat avakirin.

Her wiha ji bo hevserokatiya yekitiyê Sîlva Ebdullah û Mazin El-Şêx hatin hilbijartin.

Back to top button