Cejna Ekîto li Til Temirê hat pîrozkirin

Îro Cejna Ekîto li gundê Erbûş yê Til Temirê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Di şahiyê de endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed axivî û cejna Ekîto li tevahî gelan pîroz kir.

Hejmarake zêde welatî jî beşdarî şahiyê bûn.

Fermandarên QSD’ê û Meclisa Leşkerî ya Suryan beşdarî şahiyê bûn.

Li ser navê QSD’ê endama Fermendariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed axivî û cejna Ekîto li gelê Suryan û Keldan pîroz kir.

Newroz Ehmed diyar kir ku çanda hemû gelên herêmê yek e ku bi saya fedekariyên şehîdan îro ew dikarin cejnên xwe pîroz bikin

Newroz bal kişand ser êrişên li dijî herêmê û wiha anî ziman:

“Bi armanca koçberkirina şêniyên resen û têkbirina destkeftiyên me, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe ranewestîne.”

Di dawiyê de Newroz Ehmed hevgirtina gelên herêmê silav kir û destnîşan kir ku tenê bi hevgirtinê ew dikarin li hember hemû komplo û siyasetan li ber xwe bidin.

Back to top button