Kongra Star bi peyamekê Cejna Ekîto pîroz kir

Kongra Star jî bi peyamekê Cejna Ekîto pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiya li tevahî Sûriyê.

Di peyamê wiha hate gotin: “Bi boneya 1’ê Nîsanê sersala Asuriyan ‘Ekîto’, em li hemû gelan pîroz dikin.

Ev cejn kûrahiya nasnameya dîrokî û şaristanî ya gelekî kevnar nîşan dide ku tevî hemû
siyasetên qirkirinê yên ji aliyê pergalên desthilatdar li hember wê hatine kirine neteweya xwe parastine.”

Kongra Star di peyamê de diyar kir ku îro mîna buharê ev cejn nû dibe û bi hev re di hewayeke demokratîk û azad de vê rojê pîroz dikin.

Kongra Star di dawiyê de hêvî kir ku bi wesîleya vê rojê li tevahî Cîhanê aştî serwer bibe û hêviyên gelan pêk werin.

Back to top button