Dadgeriya Tirk careke din 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê li Rêber Apo birrî

Ev zêdeyî salekê ye bi tu awayî agahî ji rêber Apo nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzerên Rêber Apo jî tim têne redkirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê bikin serlêdan kirin û hat redkirin. Derket holê ku dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan li Rêber Apo hatiye birîn

Pergala êşkence û tecrîdê a li ser Rêber Apo dewam dike û her diçe giran dibe.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi armanca hevdîtina bi Rêber Apo û girtiyên din re, di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dabûn.

Dadgeriyê di heman rojê de bersiva parêzeran dabû û derketibû holê ku du cezayên din ên qedexeya hevdîtinê li Rêber Apo hatine birîn.

Dadgeriya Tirk, bi hêceta qedexeya hevdîtinê, li parêzeran 6 meh û li malbatê jî 3 meh hevdîtin qedexe kir.

Qedexeya hevdîtinê ya bi Rêber Apo re diviya bû di 18’ê mijdara sala 2021’an de bi dawî bûbûya.

Lê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bersiva serlêdana parêzeran neda.

Li ser vê yekê, parêzeran vêcarê di 28’ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan.

Di serlêdanê de parêzeran xwest ku hemû astengiyên derhiqûqî yên li pêşiya hevdîtina malbatan a bi xizmên xwe re bên rakirin û hevdîtin bên kirin.

Dadgeriyê di 29’ê adarê de bersiva parêzeran da û serlêdan red kir.

Dadgeriyê di bersiva xwe de destnîşan kir ku cezayekî disiplînê yê nû li Rêber Apo hatiye birîn û lewma jî serlêdan red kiriye.

Di biryara xwe de dadgeriyê dibêje:

“Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê di 3’yê sibata 2022’yan de ji bo hemû girtiyan, 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê da ye.

Ev ceza di 21’ê sibatê de jî teqez bûye. Lewma daxwaza hemû serlêderan hatiye redkirin.”

Bi redkirina serlêdanê re, ji sala 2018’an heta niha ev bû cara 10’an ku bi hinceta cezayên disiplînê daxwaza hevdîtinê ya malbatan tê redkirin.

Ji ber cezayên disiplînê û biryara Dadgeriya Înfazê ya Bursayê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê îtîraz kir.

Back to top button