HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ: LI ŞERA Û ŞÊREWA YÊN EFRÎNÊ 5 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyên bi bandor lidar dixin.
Hêzên rizgariyê bi çalakiyên xwe ji dewleta tirk û çeteyên wê re bûne kabos.
Herî dawî di çalakiyên li navçeyên Şera û Şêrewa yên Efrnê de 5 çeteyên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.

Şerê li dijî dagirkeriyê li Efrînê geş dibe.

Hêzên rizgariya Efrînê bi çalakiyên bibandor derbên mirinê li artêşa tirk û çeteyên wê didin.

Di demên dawiyê de ji ber çalakiya hêzên Rizgariyê tirs li nava dagirkeran ketiye.

Şervanên Hêza rizgariyê bi cesaret û fedekariyeke bê hempa li dijî dagirkeriyê şer dike.

Herî dawî li navçeyên Şera û Şêrewa yên Efrînê hêzên rizgariyê 2 çalakiyên bi bandor lidar xistin.

Hêzên rizgariyê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyê agahî parvekirin.

Li gorî agahiyan;

2’ê Hezîranê hêzên rizgariyê bi çalakiyeke berfireh bi ser paygehek leşkerî ya çeteyên Ehrar el-Şam ya li derdora gundê Vêlat El Qadî yê girêdayî navçeya Şera de girtin.

Di encama şerekî giran de 5 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Her wiha çekên çeteyan jî ketin destê şervanan.

3 Hezîranê jî Hêzên Rizgariyê çalakiyeke sabotajê li hember erebeyeke leşkerî ya koma serçete Ebdullah Helawê yê girêdayî Firqet el-Hemze li gundê Basûtê ya navçeya Şêrewa li dar xistin.

Di encamê de 2 çete birîndar bûn û erebeya leşkerî hate derbkirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin ku di dema şer de peywendiya wan bi şervanekî wan re qut bûye.

Di demên pêş de wê agahiyan li ser çarenûsa endamê wan were parvekirin.

Leave a Reply

Back to top button