Ehmed Xoca: Em ê van planan têk bibin

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce armanca lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûrî parçekirina Kurdistanê ye.

Ehmed Xoce derbarê mijar ji ajansa Hewarê re axivî, diyar kir ku lêkirina dîwar wek piştrastkirina Peymana Sykes-Picot ye û ev tişt anî ziman:

”Lêkirina dîwar hemwextî bicihkirina PDK’ê li nêzî herêma Metîna plan û êrişeke hevbeş li dijî îradeya gelê Kurd e.

Rejîmên herêmî projeya demokratîk wek metirsiyekê li ser hebûna xwe dibînin. Lewma li dijî gelê Kurd planan çêdikin. ”

Ehmed Xoce dawiyê da zanîn ku ew ê hebûna xwe biparêzin û planên bi vî rengî têk bibin.

Back to top button