Li Şengalê jinên Ereb şitlên daran çandin

Ji bo 4’ê Nîsanê li gundên Şenaglê şitlên daran hatin çandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin.

Li Şengalê bi nêzîkbûna 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo TAJÊ di nava çalakiyan de ye.

Di vê derbarê de li gundê Hesewîk ya herêma Ereban ku li ser sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê ye şitlên daran hatin çandin.

Bi qasî 80 şitlên darên zeytûn û heneran ji aliyê jinên Ereb ve hatin çandin.

Jinên ku dar diçandin rojbûna Rêber Apo li hemû gelan pîroz kirin û daxwezên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo anîn ziman.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi heman armancê bi hezaran şitlên daran li Şengal û gundewarên wê belev kir.

Back to top button