Dagirkeran gundên Eyn Îsayê topbaran kir

Doh dîsa Tirkiyê berê topên xwe dabû herêmê û vê carê gundê Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 bûn hedef.

Doh derengiya şevê artêşa dewleta Tirk gundê Melek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 bi dijwarî topbaran kir.

Li gel êrişan, balafirên keşfê yên dewleta Tirk di seatên piştî nîvro de li ser Eyn Îsa û gundewarên wê geriyan.

Dewleta Tirk erebeyek li Eirbespiyê bombebaran kir

Di vê navberê de li ser rêya gundê Hasûda yê girêdayî navçeya Tirbespiyê erebeyek bû hedef.

Di encamê de yek şehîd û 2 birîdanr bûn, yek ji kesên birîndar bûye hunermend Ferhad Merdê ye.

Back to top button