Li Efrînê hema bêje roja sivîl tên revandin. Herî dawî dîsa ji wir 3 welatî ji Şera hatin revandin.
MÎT’a Tirk bi ser malên şêniyên li gundê Dêr Sewan ya navçeya Şeraya Efrînê de girt.
MÎT’ê ji gundê 3 welatî revandin û navên wan wiha ne:
Arif Nebî Dawûd yê 32’ê salî, Hesen Nasan Berazî yê 23′ salî û Ehmed Leyla.
MÎT’ê kesên ku revandin birin cihekî ne diyar û heta niha çarenivîsa wan neyê zanîn.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Ibrahîm Şêxo ragihand ku dewleta qirker di meha Adarê de 85 kes li Efrînê revandin.